* Li Almanyayê, xweseriya şaredariyan û beşdariya gel di bin temînata destura bingehîn de ye. Bi rêgeza rêveberiya xurt a nenavendî û sîstema serokatiyê re, hêza rastîn di destê şaredariyan de ye.
* Li Kurdistan û gelek deverên Tirkiyeyê mihrîcan, çalakî û bûyerên girîng di warê çand û hunerê de hatin lidarxistin, daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û bidestxistina statuyeke qanûnî ji bo Kurdî li çar aliyê cîhanê deng veda.
* Hevseroka MAF-DAD'ê Heike Geisweid, ku ji ber bicîneanîna biryara "mafê hêviyê" daxwaza mueyîdeyan li dijî Tirkiyeyê kir û got: "Divê pêvajoya binpêkirinê bi betalkirina mafê dengdanê yê delegeyên Tirk ên di Meclisa Parlamenteran de û derxistina wan ji Konseya Ewropayê were destpêkirin."
* Dîlan Dîlok a ku hevkara rojnamevanên hatine qetilkirin Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn e, got: “Herduyan jî îspat kirin ku ew zarokên gel û rojnamevan in.”
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê daxwaz kirin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya binpêkirina "mafê hêviyê" ya der barê Abdullah Ocalan de bê bicîanîn û gotin: "Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin, em ê Abdullah Ocalan bigirin bînin."
* Goristana Xerzanê 8 sal berê hate texrîbkirin û cenazeyên di goristanê de hatin derxistin û li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatin definnkirin. Dayikên ku çûn serdana Goristana Xerzanê ya hatiye wêrankirin, gotin: "Ji bo em bi taybet wan ji bîr bikin, navên ser kêlên goran şikandine. Lê em ê wan ji bîr nekin."
*Derhêner Veysî Altay diyar kir ku bandoreke mezin a sînemaya Kurd li ser ziman û çandê heye û got: "Kurd, bi rêya sînemayê derdê xwe, bexwedan, êş û serpêhatiye xwe bi temaşevanan re parve dike."
*Wekîlê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku pêvajoya heyî ji bo Tirkiye û Kurdan firsendek e û got: "Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo li ser zemînekî siyasî û hiqûqî bidome."
* Hevberdevkê Şiyar Be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê Mûrat Kan, got ku dê li navçeya Licê ku bi tiryak û çetetiya fihûşê di rojevê de ye, nûnertiya xwe vekin.
* Welatiyên li Mêrsînê tev li xwarina di çarçoveya Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk de bûn, gotin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd, Abdullah Ocalan e û xwestin girtekên komîsyona Meclisê bên aşkerakirin.
* Civaknasê Alman Hauke Brunkhorst, piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk û got di nava dehan salên dawî yên Rojhilata Navîn gava herî girîng e.
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.
* Li navçeyên Hewag û Wêranşarê yên Rihayê dê "Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk" bên lidarxistin. (11:00/16:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk dê deklarasyona mitînga "Hêvî û azadiyê" ku dê di 4'ê Çileyê de bê lidarxistin, aşkera bike. (12.00)
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê têkildarî îstîsmara li Meclisê daxuyaniyê bide. (13.30)
