ENQERE – Bersûcên doza Aleyna Çakir, Umîtcan Ûygûn û heval wî Enes Ozdemîr ku weke şahid hat guhdarkirin, li xwe mikur hatin ku Çakir hatiye derpkirin.
Umîtcan Ûygûn, beriya ku Sema Esen a bi navê Aleyna Çakir tê nasîn di 3’ê Hezîrana 2020’an de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest bide, bi zorê ketibû mala Çakir. Ji ber vê bi sûçdariya “Gef û binpêkirina destnedayîna avahiyê” doz li Ûygûn hatibû vekirin. Danişîna yekemîn a dozê li 17’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê hat dîtin. Dayika Çakir Hatûn Esen, bavê wê Mehmet Esen, kekê wê Hîmmet Esen û parêzerê malbatê, parêzerê Platforma Em ê Cînayetan Rawestînin, parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê, Seroka Milên Jinan a CHP’ê ya Enqereyê û gelek jin tevlî danişînê bûn.
LI XWE MIKÛR HATIN
Bersûc Ûmîtcan Ûygûn ku ji bikaranîn û li ser gerandina hişbirê girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 Sîncanê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn. Umîtcan Ûygûn û heval xwe Enes Ozdemîr ku weke şahid hatin guhdarkirin, li xwe mikur hatin ku Çakir hatiye derpkirin.
DANIŞîN TALOQ BÛ
Piştî van mikurhatinan parêzerên malbata Çakir, xwestin ku sûca hewldana kuştinê bê qebûlkirin û bi sûcdariya “birîndarkirina bi hîssên hovane” darizandin pêk were. Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û biryar da ku qeydên HTS’ê bên guhdarîkirin û danişînê taloqî 28’ê gulanê kir.
XWESTIN CÎNAYETÊN JINAN RAWESTIN
Piştî danişînê malbata Çakir û parêzerên xwe li ber edliyeyê daxuyanî dan. Dayika Çakir Hatûn Esen û bavê wê Mehmet Esen destnîşan kirin ku wê doza keça xwe bişopînin û xwestin ku cînayetên jinan bên rawestandin.