Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir

  • jin
  • 00:01 21 Nîsan 2024
  • |
img

AMED - Tîma Jinan a Futbolê ya Amedsporê di saheya xwe de Tîma Jinan a Hêza Colemêrgê re lîst. Tîma Amedsporê bi skora 3-1’an bi ser ket û di lîgê de derket dora 11’emîn.

Tîma Jinan a Futbolê ya Amedsporê di saheya xwe de Tîma Jinan a Hêza Hakkariyê re lîst. Amedsporê bi skora 3-1’an tima hevrikê xwe têk bir. Maç di Tesîsên Şilbê de hate lîstin. Di beşa yekem de ji Tîma Amedsporê Julette Nana gol avêt.

Di beşa duyem de kelêcaniya lîstikê zêdetir bû û lîstikvana Hêza Colemêrgê Divinde Manga golek avêt. Di berdawama lîstikê de Amedspor skorê bi golên Şehrîban Dulek û Diana Lucasê kirin 3-1 û ketin dora 11’emîn a lîgê.