Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin

  • jin
  • 09:53 22 Nîsan 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TAJÊ Riham Haco pêngava xweparastinê ya ku TAJÊ daye destpêkirin nirxand û got: "Xweparastin erka her jinekê ye. Divê hêza jinên cîhanê bibe yek." 
 
Şengal ku di 74 fermanan re derbas bûye, bi avakirina neteweya demokratîk re ji nû ve tê avakirin, polîtîkayên şerê taybet ê ku bi destê PDK'ê  li Şengalê tên meşandin û di asta herî jor de ye her carê rastî êrişên hewayî yê dewleta tirkiyeyê tên.  Lê bi paradîgmaya neteweya demokratîk Şengaleke xweser  tê avakirin. Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) hemleya “Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” dide  destpêkirin. Berdevka TAJÊ Riham Heco nirxandin kir.
 
 
'DAIŞ'Ê HER ŞÊWAZÊ TUNDIYÊ LI SER JINAN PÊŞ XIST' 
 
Riham Heco, diyar kir ku di êrişên 2014'an de yekser armanc ji holêrakirina hebûna jinan bû û wiha axivî: "Heke ku fermana 74'an çênebûba di nava civaka êzidî de hişyarbûnek jî çênedibû û rêbazên me yên xweparastinê jî çênedibûn. Di fermana 74'an de xwestin hemû civaka êzidî qir bikin. Ji jin zarok û extiyaran bigirin û heta ciwanan û heta darên Şengalê her tişt ji xwe re xeterî dît û êrişî hemû tiştan kirin. Dest bi qirkirina civakê kirin. Li vir du beşên civakê rastî qirkirinê hatin. Yek bi giştî civak hate qirkirin û ya duyemîn jî jin hate qirkirin. Di her gorên komî yên ku hatine dîtin de jin hene. DAIŞ'ê jin ji xwe re weke xetere dît. Bi taybetî jî jinên temen mezin di hêla baweriyê de jî pir tije û girtî bûn û zû bi zû teslimiyet qebûl nedikirin. Nedikarîn zû bi zû bandor bikin. Ji ber wê jî bi taybetî ew jin hedef hatin girtin. Çi kirin? Ew jin hemû qetilkirin. Ev jinên ku hatine qetilkirin jî di gorên komî de hatin veşartin. DAIŞ'ê her şêwazê tundiyê li ser jinan da meşandin. Hem tundî pêş xistin û hem jî sûce şer kirin." 
 
'JINÊN ÊZIDÎ JI YJA-STARÊ HÊZ GIRT'
 
Heco, bi lêv kir ku ketina hêzên YJA-STARÊ ya li Şengalê di jinên êzidî de guhertinên cidî çêkir û wiha domand:" Piştî ku jinan evqas qirkirin û êş dîtin, bi hatine gerillayên YJA-STAR û HPG'ê hin tişt guherîn. Bi taybet YJA-STAR'ê bandoreke pir mezin li ser jinên êzidî çêkir. Çawa çêkir? Di asta cîhanî û di asta Iraqê de me ti carî nedîtibû ku jinan çek rakiriye û şer kiriye. Me nedîtibû ku jin jî dikarin mafê xwe biparêzin. Tişta ku me dît tenê ew bû ku jin tenê dikare di malê de rûdine û zarokan xwedî bikin. Heta ku gelek jin ji malê jî dernediketin. Hin jinên ku ji destê DAIŞ'ê dihatin rizgarkirin, ji bo çi xwe neparastin, ji bo çi nekarîn birevin? Gelek ji wan jinan derfetên wan hebûn ku birevin. Mînak gelek ji wan jinan digotin,' em 60 jin bûn û tenê endamekî DAIŞ'ê li ber derî disekinî û keseke din nebû' Yanî 60 jin di mezelekî de nikarin xwe yek zilamekî xelas bikin. Ji ber çi? Ji ber ku ewqasî mêr bi hêz dîtin. Gelek jinan jî digot,' em derketiban me nedizanî ku em ku de herin' jin evqasî çav girtî hatibûn hiştin. Ev cûreyê îşkenceyê li ser jinan hebû. Jin nekarîbû ku xwe biparêze. Jin bêçare hatibû hiştin. Lê bi hatina YJA-STAR'ê jinên êzidî hêz girt. Ev bû sedem ku jinên êzidî çavê xwe vekin û ji xwe bi bawer bin. Di dîroka êzidiyan de gelek jinan pêşengtî kirin."
 
'TAJÊ SEDEME KU EM BIKARIBIN XWE LI DIJÎ FERMANAN BIPARÊZIN'
 
Heco, anî ziman ku wan weke TAJÊ ji bo guhertina hişmendiya serdest tekoşîneke gelek mezin daye û got:" Bi hatina YJA-STAR'ê  vî ruhî careke din xwe zindî û nû kir. Hem di aliyê leşkerî de jinan xwe perwerde kir û hem jî meclîsên jinan hatin avakirin. Ev 10 salin di Şengalê e TAJÊ têkoşina ku dide meşandin bû sedem ku em bikaribin xwe ji qirkirinê biparêzin. Tişta ku jinan ditiye weke qirkirin bê dîtin. Me di Şengalê de şoreşek çêkir. Rixmî ku jinan ewqas êş û qirkirin dîtin jî hê bandora mêr li ser xwe neavêtibûn. Jin bê mêr nekarîbû tevbigere. Weke TAJÊ me zehmetiyeke pir mezin kişand. Weke ku jin tenê dikarin di malê de kar bikin tevdigerin. Li gorî vê hişmendiyê jina ku herî aqil, jina herî baş a ku di hûndirê malê de dernekeve û dinyayê nebîne û zilam çi bêbije wê bike ye. Jin hemû nehatine rizgarkirin û ji vê hişmendiyê nehatine xelaskirin. Niha jin ji jinbûna xwe û  rastiya xwe direve. Di vê de jî bandora hişmendiya mêr ê desthilatdar pir heye."
 
'LI HER GUNDAN XEBATÊN HEMLEYÊ TÊN MEŞANDIN'
 
Riham Heco, bal kişand li ser xebatên hemleya xweparastinê jî û wiha berdewam kir: "Em gund bi gund jinan bi perwerde dikin. Ji bo ku jin xwe ji vê hişmendiya xweparastin sûdê bigirin, me semîner û atolye pêk anîn. Ev hemleya ku me daye destpêkirin jî dê heta 3'ê tebaxê bidome. Dema ku ev hemleye hate destpêkirin YJŞ'ê bi daxuyaniyeke fermî tevlîbûna xwe ya ji bo vê hemleyê ragihand. Niha komên girêdayî YJŞ'ê û TAJÊ li gundan, taxan di nava civakê de xebatan didin meşandin. Ji bo ku jin xwe ji fermanan biparêze perwerdehiyên çek jî hatine dayin. Heke ku êrişek li ser civakê bê kirin ya herî zêde jê bandor bibe jin e. Di nava gundan de jinan fêrî bikaranîna çekê dike. Ji bo ku jin bikaribe li berxwe bide û xwe biparêze ev xebat tên meşandin. Îro ferman berdewame. Bi van êrişan ev ferman didome. Divê ku îro di mala xwe de her jineke êzidî li beramberî van êrişan bibe bersiv. Îro hemleyeke berfireh li dijî şerê taybet, li dijî qirkirinê hatiye destpêkirin."
 
'XWEDÎ DERKETINA VÊ HEMLEYÊ ERKA HER JINEKÎ YE'
 
Heco, bal kixahr ben giringiya hemleya ku dane destpêkirin kir û wiha bi dawî kir "Weke jin baweriya me bi hikûmetê nema ye. Baweriya me bi hêza civakê heye. Bi hêza jinê heye. Ji ber wê bi vê kampanyayê me xwest ku jinên cîhanê bi xwe re rakin da ku ev qirkirin bê sekinandin. Niha li Ewrupa jî rêxistina jin a êzidî ji bo vê hemleyê daxuyaniyek dan û li ser wî esasî xebatên xwe dide destpêkirin. Em dixwazin ku herkes tevlî vê kampanyayê bibin. Gelek welatan qirkirina êzidî qebûl kirin. Lê weke qirkirina jinên êzidî binav nekirin. Ev ne tenê sûcê şer bû. Qirkirin bû. Dewletên ku ev qirkirin qebûl kirine ev rastî qebûl nekirine. Mînak her roj ew dewletên ku êriş li ser Şengalê dikin ji bo wan helwestek nayê nişandin. Daxwazên me ew e ku xweseriya Şengalê bê mîsogerkirin û qirkirina Şengalê weke qirkirineke jinan jî bê binavkirin û pêşî li qirkirina êzidiyan bê girtin. Divê TAJÊ weke îradeya jinên êzidî bê naskirin, YJŞ weke hêza parastina jinên êzidî bê naskirin, rêveberiya xweser bê naskirin. Belgeyê fermanê hemû jinên êzidî ne. Ev jî ji bo naskirina nasnameya jinan êzidî bibe delîl. Heke ku qirkirina li ser jinên êzidî bê naskirin kesên ku ev ferman pêk anîn jî wê bên cezakirin. Encax ev dikare birînên jinên êzidî derman bike. Tenê du tişt dikarin me xelas bikin yek fikr û felsefeya Rêber Apo ye û ya ditir jî pergala netewa demokratîke. Hemleya xweparastinê ji bo tevahiya jinên cîhanê me daye destpêkirin. Jin xwedî hêz in. Lê divê yekîtiya xwe çêbikin û bi yek helwestî li dijî vê derbikeve. Li beramberî vê hişmendiyê derketin û xweparastin erka her jinekê ye. Em weke TAJÊ tevlî vê hemleyê dibin û her wiha em tevlî dibin ku hêza jinên cîhanê bibin yek deng, bibe helwesteke hevbeş."
 
MA / Zeynep Dûrgût