Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin

  • jin
  • 14:43 22 Nîsan 2024
  • |
img
 
WAN - Dadgehê pîra 81 salî Makbule Ozer a ku ji ber gelek nexweşiyên wê bûn hatibû berdan, li ser rapora ATK’ê ya “Dikare li girtîgehê bimîne" disa girt û şand girtîgehê. 
 
 
Dadgehê pîra 81 salî Makbûle Ozer li ser rapora ATK'ê ya "Dikare li girtîgehê bimîne" dîsa girt û şand girtîgehê. Makbûle Ozer li navçeya Artemêtan di 9'ê Gulana 2022'an de bi îdîaya "Alîkarî daye rêxistinê" hatibû girtin û ji ber nexweşiyên wê yên zêde, di 7'ê Îlonê de serbest hatibû berdan. Heyeta dadgehê li ser rapora ATK'ê ya "Dikare li girtîgehê bimîne" der barê pîra 81 salî Makbule Ozer de dîsa biryara girtinê da û şand girtîgehê 
 
Dema Makbûle Ozer çû edliyeya Wanê, li vir hat binçavkirin û dema derket pêşberî dadger, dadger biryara girtina wê da û şand girtîgehê.