Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin

  • jin
  • 10:43 23 Nîsan 2024
  • |
img
RIHA - Derbarê Emîne Şenyaşara bûye remza têkoşîna ji bo edaletê de, bi hinceta heqareta li Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, doz hate vekirin. 
 
Derbarê Emîne Şenyaşara di 14’ê hezîrana 2018’an de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin de, bi hinceta heqareta Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, doz hate vekirin. Dayik Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê 846 rojan Nobeta Edaletê girtiye û piştre çalakiya xwe bir pêşiya Wezareta Edaletê ya li Enqereyê û ev 84 roj in Şenyaşar lê pêşiya wezaretê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê Şenyaşarê de îdianame amade kir. 
 
Di îdinameya ku Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê qebûl kiriye de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan îdianameyê wek mexdûr cih girt. Hat xwestin ku Şenşayar bi hinceta gotinên xwe yên çalakiya di roja 579’emîn de (8’ê cotmeha 2022) gotibûn, li gorî madeyên TCK’yê yên 53’an (Bi hinceta sûcan ji hin mafan bêpar hiştin) û 63’an (Pêgira cezayê hefsê) were cezakirin. 
 
Şenyaşar dema ku malbata wê hatibû qetilkirin diloriya û gotinên wê yên wê kêliyê bûn hinceta darizandinê. Danişîna yekem a dozê dê di 31’ê cotmeha 2024’an de were lidarxistin. 
 
31 LÊPIRSÎN DEST PÊ KIRIN, 11 DOZ HATIN VEKIRIN
 
Derbarê Emîne Şenyaşarê de ji roja 9’ê adara 2021’an a ji bo hevjîn û kurên xwe yên hatine qetilkirin dest bi Nobeta Edaletê kiriye heya niha bi sûcdariyên wekhev, 31 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van lêpirsînan 11’ê wan veguherîn dozê.