Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê

  • jin
  • 17:52 18 Kanûn 2024
  • |
img

ÊLIH - Li Elihê jin ji bo balê bikişînin ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelek jiyanê çêkirin.

Jinan li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Bazara Batman Parkê xeleka jiyanê çêkirin. Jinan wêneyên kesên di êrişan de hatin qetilkirin hilgirtin. Jinan gelek caran bênavber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Rojava", "Berxwedan jiyan e", "Ji şer re na, aştî niha" û "Silav silav ji Rojava re hezar silav" berz kirin.
 
Aktivîsta TJA'yê Bermal Canê got: "Azadiya ku li Rojavayê bi berxwedanê hatiye teşekirin, nêzî statuyeke mayînde ye. Di pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê de, ji bo Rêveberiya Xweser a Rojavayê derfetên dîrokî hene ku aştî û azadiya gelan misoger dike. Êdî dem hatiye ku em destkeftiyên ku bi bedelên mezin bi dest xistine bi Destûra Xweseriya Demokratîk fermî bikin."
 
Bermal Canê got: "Şoreşa Rojavayê, şoreşa jinê ye ku tarîtiya paşverû ronî dike. Armanca êrişên li ser Rojavayê ew e ku heyfa DAIŞ'a li bazaran koletî li jinan ferz kir ji jinan bistînin ku şoreşa wan DAIŞ'ê qedand. Roj, roja xwedîd erketina li azadiyê ye." 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.