Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin

  • jin
  • 12:00 21 Sibat 2025
  • |
img
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Koroya Jinan Ava kir. Endamên koroyê ji xebatkarên şaredariyê pêk tê. 
 
Meclisa Jinan a Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji xebatkarên şaredariyê Koroya Jinan ava kir. Bi alîkariya Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî, jin di rojên diyarkirî yên hefteyê de kom dibin û xebatên xwe yên muzîkê didomînin. Koroya Jinan dê cara yekem di 28'ê Sibatê de, di çalakiya ku Meclisa Jinan dê di çarçoveya 8'ê Adarê de li Navenda Çand û Kongreya Amedê li dar bixe de derkeve ser dikê.
 
Endama Meclîsa Şaredariyê û di heman demê de rêxistinkara Koroyê Amîne Kutlay, der barê Koroya Jinan û xebatên wê de axivî. Amîne Kutlay, bi bîr anî ku dema Meclisa Jinan ava kirin wê demê biryara avakirina Koroya Jinan dabûn û got: “Koro di çarçoveya amadekariyên 8'ê Adarê de hatiye avakirin lê em dixwazin demdirêj be. Koro, niha ji 10 kesan pêk tê lê em ê hejmarê zêde bikin. Dê hevalên me yên jin ên ku dikarin tembûr, gîtar û erbane lêxin jî hebin. Hevalên me yên ku niha ji ber zêdebûna kar nikarin beşdarî Koroyê bibin, di pêvajoya paşê de dê bi amûrên xwe di koroyê de bin. Koro dê cara ewil di 28'ê Sibatê de derkeve ser dikê. Banga me ji bo gelê me ew e ku di 28'ê Sibatê de bên bernameyê û em bi hev re 8'ê Adarê pîroz bikin.”