Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste

  • jin
  • 09:03 6 Gulan 2025
  • |
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişan dan ku tevî biryara agirbestê ya PKK'ê didomin û gotin: "Ji aliyekî ve dewlet dibêje 'ez ê aştiyê pêk bînim', li aliyê din jî bombe dike. Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste."
 
Bandora "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de hat ragihandin, didome. Lê li gel vê, lê ligel biryara agirbestê ya PKK'ê ya piştî bangawaziyê, êrişên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe didomin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê bertek nîşanî êrişên desthilatê dan.
 
'DIVÊ DEWLET GAVÊ BAVÊJE'
 
Dayika Aştiyê Taybet Tereyê diyar kir ku tevî biryara agirbestê jî êriş didomin û ev zirarê daye pêvajoyê û got: "Banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan ji bo kurd û tirkan gelekî girîng e. Lê mixabin heta îro dewletê gavên berbiçav neavêtiye û tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranekiriye. Divê dewlet ji bo aştiyê gavan biavêje. Banga me ji Erdogan re ye; destxê ji bo aştiyê dirêj bike. Em dixwazin aştî û aramî were vî welatî. Lê tevî biryara agirbestê ya PKK'ê jî êriş didomin." 
 
Dayika Aştiyê Kiymet Acarê jî diyar kir ku dewletê bersiv nedaye bangê û got: "Pêvajoyek dest pê kiriye, lê dewletê hê jî gavên berbiçav neavêtiye. Girtiyên nexweş li girtîgehan tên girtin. Berî her tiştî divê ev tecrîd bi dawî bibe. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ger ev pêvajo bi awayekî erênî pêş bikeve, wê bandorê li hemû gelan û Rojhilata Navînê bike. Agirbest yekalî nabe, divê her du alî agirbestê ragihînin."
 
'ŞER DIDOME'
 
Dayika Aştiyê Hayat Ucayê jî ji desthilatê xwest ku li hemberî daxwaza aştiyê ya gelê kurd gavekê biavêje û got: "Em azadiya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dixwazin. Ji aştiyê xweştir tiştek nîne. Ji ber vê yekê divê her kes bibe yek û aştiyê bixwaze. Dewletê hîn gavên berbiçav neavêtiye, hîna şer didome. Em aştiyê dixwazin."
 
Dayika Aştiyê Fadîle Malgazê jî got: "Ji aliyekî ve dewlet dibêje 'Ez ê aştiyê pêk bînim', li aliyê din êrişên xwe didomîne. Çawa ku PKK'ê agirbest îlan kir, diviyabû dewletê jî agirbest ragihanda û vî şerî rawestînda. Mixabin heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Em ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin. Em jî dixwazin zarokên me di girtîgehê de nebin, zarokên me azad bin. Em aştiyê dixwazin û dibêjin aştî." 
 
MA / Zeynep Durgut