Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin

  • jin
  • 11:03 28 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Iraqê Partiya Jinan a El-Mewadda, hate damezirandin.

Partiya Jinan a El-Mewadda, li Iraqê jinên ji mezheb û civakên cûda yên welat anî cem hev û bi armanca bihêzbûna jinan a di warê siyasî de hate damezirandin.
 
Li gorî nûçeya NÛJINHA; Yekemîn konferansa Partiya Jinan a El-Mewadda hate lidar xistin. Hevkarên damezrînerên Partiya Jinan a El-Mewadda, diyar kirin ku partî ji ber siberojek baştir ya Iraqê, ji bo beşdarbûna jinan û cihgirtina xebatên siyasî platformeke û da zanîn welat hewcedarê hemû kesê ye.