Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan

img
RIHA - Li Rihayê cenazeyê şofêrê TIR’ê Emîn Ergun ku bi lehiyê re çûbû, piştî 9 rojan hat dîtin. 
 
Li Rihayê di 15’ê adarê de ji ber baran zêde lehî rabûbû. Li Rihayê û navçeyê wê gelek mirov bi lehiyê re çûbûn û canê xwe ji dest dabûn. Cenazeyê şofêrê TIR’ê Emîn Ergun ku bi lehiyê re çûbû piştî 9 rojan li navçeya Hewagê hat dîtin. Cenazeyê Ergun ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî. Bi cenazeyê Ergun re li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan.