Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin

img
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê têkildarî binçavkirina kesên ku di roja Newrozê de hatin binçavkirin û îşkenceya li zarokê 14 salî yê bi navê Y.D daxuyaniyek da û got: “Ev zîhniyeta tundîparêz dixwaze welat vegerîne rojên reş ên salên 90’î.”
 
Di Newrozê de zarok jî di nav de nêzî 200 kes  hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin rastî işkenceya polîsan hatin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê der barê binçavkirinan û îşkenceya li Lîceyê li zarokê bi navê Y.D yê 14 salî hat kirin, li Parka Xezalê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Destên li kurdan radibe bişke” û “Li hemberî faşîzmê mil bi mil" hatin berzkirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Odeya Endezyaran a Amedê Nûjiyan Yildirimê ve hat xwendin.
 
Yildirimê destnîşan kir ku kesên ji bo Newrozê çûne qadê rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha got: “Îşkenceya lêgerînê ya kûr a li cihên kontrolê li jinan hat kirin û cil û bergên herêmî yên ku gel bi sed salan e li xwe dike hatin astengkirin. Rengên sembola dîroka vê axê, aksesûarên ku tên wateyên cuda û govendgerandin kirin hinceta binçavkirinê. Hêzen ewlehiyê yên ku xwe xistine şûna qanûndaneran di vê Newrozê de jî xwe nîşan dan. Zêdeyî 200 welatiyên me bi hincetên li jor hatin binçavkirin û der barê wan de doz hat vekirin. Newroz, roja stran, tilîlî û govendgerandinê ye. Roja coş, şahî, hêvî, yekîtî, azadî û aştiyê ye. Bi mîlyonan kes bi vê rûhî û vê hişmendiyê qadan tije dikin û van daxwazan diqîrin. Bi mîlyonan qad kes bi vê rûh û hişmendiyê tije dibin û van daxwazan diqîrin.”
 
Yildirimê dîyar kir ku tundî, zext û binçavkirinên li dijî van daxwazên gel careke din derxist holê ku têgihiştina desthilatdariya heyî li dijî demokrasî û mafên mirovan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wêrekî daye hêzên tarî yên ku civakê kişandine nav tarîtiya serdemê. Dîsa li Licê zarokê 14 salî yê bi navê Y.D. ji aliyê polîsan ve hat revandin û bi darê zorê pê dan gotin ku nifiran li kurdan bike û Sirûda Netewî ya tirkan bixwîne. Piştî ku rastî îşkenceya nemirovane hat, dev, dest û lingên wî hatine girêdan û ew avêtine ber çem. Bavê Y.D. ku xwest vê kiryarê ragihîne çapemeniyê, bi torosên spî ku tê sembola windakirina kesan a salên 90’î gef lê hatin xwarin.”
 
Yildirimê bibîr xist ku wêneyên di maça Amedspor û Bursasporê de hatin vekirin û tundiya hovane ya ku li zarokekî 14 salî hatî kirin ne tesaduf e. Yildirim wiha bi dawî kir : “Ev zîhniyeta ku tundî û tarîtiyê dixwaze, tê fêmkirin ku dixwaze welat vegerîne rojên reş ên salên 90’î. Em bang li rayedaran dikin ku peşî li hemberî kesên ku dixwazin vê serdema tarî ya ku bi hezaran kuştinên kiryar nediyar bidin destpêkirinbigrin.”