Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn

  • rojane
  • 14:10 18 Nîsan 2024
  • |
img
BÛRSA - Nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn dema li Bûrsayê nûçe dişopand hatibû binçavkirin û doz lê hatibû vekirin. Gultekîn a bi îdiaya “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” dihate darizandin beraet kir. 
 
Sazî û dezgehên kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, bê rakirin di 12’ê Hezîranê de meş li dar xistibûn. Nûçegihanê ajansa me Ergîn Çaglar û nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn ku li Bûrsayê, meş dişopandin hatibûn binçavkirin û derbarê wan de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê ku bi îdiaya “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” hatiye vekirin li 18’emîn Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Bûrsayê hate lidarxistin. Gultekîn û parêzerên wê tev li danişînê nebûn. 
 
Dozger di mutalaya xwe de derbarê Gultekînê de bi heman îdiayê daxwaza ceza kir. Şandeya dadgehê ku pişt re biryara xwe aşkere kir, bi hinceta sûcên ku Gultekîn pê tê sûcdarkirin ne sûc in biryara beraetê da.