AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin

  • rojane
  • 14:11 18 Nîsan 2024
  • |
img
COLEMÊRG - AKP’iyên ku li navçeya Çelê bi dengên leşker û polîsên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi “karên qirêjî” sûcdar kirin. Hat diyarkirin ku şaredarê berê Ensar Dunar li ser şîrketeke paravan xizmên xwe girtiye kar. 
 
AKP’iyên ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an û 31’ê adara 2024’an bi dengên veguhestî yên leşker û polîsan li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin hilbijartin, têkildarî nelirêtiyên li şaredariyê hatine kirin hevdu tawanbar kirin. Nazmî Demîr ê AKP’î ku di hilbijartina dawî de bi saya dengên leşker û polîsên veguhestî bi ser ket, şaredarê berê Ensar Dundar bi avakirina şîrketeke paravan û wergirtina xizmên xwe ya kar sûcdar kir. Hat diyarkirin ku Dundar ê AKP’î di bin navê “Geraşîn” de şîrketeke paravan ava kiriye û xwişk-bira û xizmên xwe li ser vê şîrketê girtiye kar. 
 
DI NAVBERA AKP’IYAN DE ŞERÊ LI SER ‘TÊKILIYÊN QIRÊJÎ’ 
 
Nazmî Demîr ê AKP’î derheqê Dundar de ev agahî parve kir: “Şaredarê Çelê yê berê Ensar Dundar, bi rêya hinek malperên alîgirên xwe hewl dide karûbarên xwe yên qirêjî yên berê veşêre. Ji bo hilbijartinê çendek roj mabûn ku bi awayekî deretîkî tevgeriya û gelek kes li şaredariyê girt kar. Tevahiya van kesan ji kesên nêzî Dundar û xizmên wî pêk tê. Ji bo hilbijartinê çendek roj mabûn ku birayê xwe yê ji cerdevantiyê îstîfa kirî, xizmên xwe û kesên li derdora xwe bi awayekî deretîkî, bi mebesta provakasyonê girte kar. Tiştekî exlaqî nîne ku kesekê ne namzet di kêliya dawî de xebatkaran bigire şaredariyê.” 
 
Li ser vê daxuyaniyê, Dundar ê AKP’î jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bersiv da. Dundar, wiha got: “Heyf û mixabin ku Nazmî Demîr ê me di bin heman sîwanê de hewl dida ji bo gel û rastiyê xizmetê bikin û em rêwiyên heman rêyê bûn, bi awayekî derexlaqî û bi awayekî derfezîletî derheqê min de ketiye nava helwestekî dijminane û deraqilî. Li hemberî van heqaret û kiriyarên wî heyirî mame.” 
 
Têkildarî “şîrketa paravan” jî Dundar got ku ev şîrket aydê şaredariyê ye. Dundar, wiha domand: “Yek ji van şîrketa xebatkaran a din jî ya înşaetê ye.” 
 
DEYNÊN PIYASAYÊ Û DAÎREYÊN LUKS
 
Her du kesan jî li ser şîrketên paravan û wergirtina xebatkaran a şaredariyê hevdu tawanbar kilrin. Tê gotin ku têkildarî bûyerên qewimîn mijarên cuda hene. Li gorî hinek îdiayan, Dundar ê AKP’î li ser şîrketa ava kiriye ji îhaleyan pere qezenc kiriye û şandiye hesaba xwe. 
 
Di heman demê de hat diyarkirin ku Dundar ê AKP’î li Wanê daîreyeke luks kiriye, li navenda Çelê ji kesê bi navê A.G. bi bihayê 2 milyon û 500 hezar TL’an erd kiriye, ji kesê bi navê S.K. bi bihayê milyonek û 300 hezar TL’an erd kiriye. 
 
Hat gotin ku sedemeke din a rageşiyê jî deynên şaredariyê ye. Hat diyarkirin ku Dundar ê AKP’î şaredarî 18 milyon û 346 hezar lîreyan deyndar kiriye û ji vî deynî 11 milyon û 293 TL deynê piyasayê ye.