Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin

  • rojane
  • 14:36 18 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ku tacîza çawişê pispor a li Şirnexê dişopand û raya giştî agahdar dikir, da zanîn ku hem li wî hem jî li baroyê gef hatine xwarin û heqaret hatine kirin. 
 
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz bûyera tacîzê ya çawişê pispor ku di 12’ê nîsanê de li Taxa Dîcleyê ya navenda Şirnexê kiribû û pêvajoya hiqûqî dişopand. Dîlsîz, da zanîn ku li ser platforma medyaya dijîtal gef li wî hatine xwarin. Çawişê pispor Zekeriya Çelîk li dijî du jinên di rêya xwe de dimeşiyan êrişa zayendî kiribû û Baroya Şirnexê jî pêvajoya hiqûqî ya bûyerê dişopand. Di heman demê de têkildarî pêvajoya hiqûqî raya giştî agahdar kir. 
 
Dîlsîz, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî gefên li baroya wan hatine xwarin û heqaretên hatine kirin daxuyanî da. Dîlsîz, da zanîn ku têkildarî gefên hatine xwarin pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin û got: “Piştî agahiyên têkildarî pêvajoyê û parvekirinan, em rastî lînca hinek kesên niyetxerab hatin.” 
 
PÊVAJOYA QANÛNÎ HATE DESTPÊKIRIN
 
Dîlsîz, got ku di dosyayên faîlên wan polîs an jî leşker de faîl tên parastin û ev tişt anî ziman: “Me derheqê kesên gef xwarin û heqaret kirin de pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Di hafizeya civakê de wisa cih girtiye ku dema faîl hêzên ewlekariyê bin, faîl tên parastin û çanda necezakirinê dikeve meriyetê. Mixabin ev yek gelek caran vediguhere tundiyê. Yên ku gotina ‘Ne parlamenter ne jî şaredar, parêzer û hwd. azadiya kirina sûc a tu kesî nîne û divê cezayê xwe bibînin’ li ser zimanê wan kêm nabe; dema faîl dibe peywirdarê cemaweriyê bi yek dengî hewl didin veşêrin û êrişî me dikin. Bila baş were zanîn! Em derheqê kesên gefan li baroya me û li şexsê min dixwin û heqaretê dikin, tên qeydkirin me derheqê wan de pêvajoya qanûnî da destpêkirin.”