Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir

  • rojane
  • 15:17 18 Nîsan 2024
  • |
img
RIHA - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji bo gûftûgoyê bi hikûmeta Şamê re dîsa li ser maseyê rûniştine lê çareseriyeke ku hêviyê bide nehatiye bidestxistin. 
 
Pêvajoya guftûgoyê ya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Şamê de jinûve dest pê kir. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd têkildarî beyannameya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 18’ê nîsana 2023’yan de ji bo çareserkirina aloziyê pêşkêş kiriye û ji 9 bendan pêk tê, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. 
 
‘GAVÊN KU HÊVIYÊ BIDIN NEHATIN AVÊTIN’
 
Evîn Siwêd diyar kir ku hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de girêdayî hin mijarên pratîk in û ev tişt anî ziman: “Lê nagihêje asta ku gaveke cidî ber bi çareseriyeke giştî ve bê avêtin ku hêviyên sûriyeyiyan pêk bîne.” Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya beyannameya xwe bang li dewletên ereban kiribû ku di aloziya Sûriyeyê de roleke çalak bilîzin. Siwêd, têkildarî vê mijarê jî wiha got: “Me bi piraniya dewletên ereban re hevdîtin çêkir. Lê belê me encamên ku hêvî dikirin, bi dest nexist.”
 
HELWESTA HIKÛMETA ŞAMÊ REXNE KIR
 
Bi domdarî Siwêd diyar kir ku hikûmeta Şamê hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hin dewletên ereban ên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê neyînî dinirxîne û ev nêzikatî rexne kir. Siwêd, destnîşan kir ku beyannameya rêveberiyê ne tenê ji bo hikûmeta Şamê, ji hemû derdorên çareseriyê dixwazin re hatiye pêşkeşkirin. Siwêd bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser beriya ragihandina beyannameyê bi hêz û aliyên Sûriyeyê re civiyabû û wiha pê de çû: “Lê belê diyar bû ku hevdîtin bêencam bûn. Hin hêzên xwecihî û herêmî beyanname erênî nirxand, dîsa jî me nekarî muxalefetê bikin yek ji bo ku di bin alekê de bi hikûmeta Şamê re dest bi dan û standinê bikin. Ji bo zextekî girantir li hikûmeta Şamê were kirin, hewldanên yekkirina eniya niştimanî û hêzên demokratîk hene. ”
 
PARVEKIRINA BERHEMÊN HERÊMÊ 
 
Di berdewamê de Siwêd bal kişand ser berhemên aborî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Rêveberiya me dibêje ew milkekî nîştimanî ye û yê her kesî ye. Divê lihevkirineke siyasî bi hikûmeta Şamê re pêk were da ku berhemên li herêmê bi awayekî adilane û wekhev bên belavkirin.” 
 
‘DIVÊ ÇARESERÎ BI DESTÊ SÛRIYEYIYAN BE’
 
Her wiha Siwêd got ku Rêveberiya Xweser amade ye ku penaberên sûriyeyî pêşwazî bike û vegereke ewle ji wan re peyda bike. Di mijara êriş û gefên dewleta tirk de jî Siwêd wiha got: “Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, Rêveberiya Xweser amade ye dest bi diyalogê bike. Vegerandina her sûriyeyiyek li war û cihê xwe, erkek nîştimanî ye. Armanca Rêveberiya Xweser parastina yekitî û serdestya Sûriyeyê ye. Rêveberiya Xweser ji bo têkbirina gefên derve yên li ser herêmê, di aliyê dîplomasî û siyasî de bi tevahî aliyên herêmî û navneteweyî re gelek hewldan kir. Rêveberiya Xweser amade ye bi şert û mercên lezgîn re mijûl bibe. Banga me ji bo aliyên têkildar ew e ku li maseyê rûnin û çareseriyeke siyasî ji aloziyê re bibînin. Divê ivakeke azad û demokratîk û Sûriyeyiyek nenavendî ava bikin. Divê çareserî bi destê sûriyeyiyan be.”