Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 16:01 18 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Li navçeya Sûr a Amedê di encama teqînê tekera wesayîtekê qeza çêbû. Di qezayê de 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn.
 
Li navçeya Sûr a Amedê, malbata ku diçû keyfxweşiya hineyê bi wesayîta xwe qeza kir. Wesayîta tîcarî a sivik ku ajokarê wê A.Z. (37) bû li herêma Kûrû Çay a gundê Axwêrana Biçûk di encama teqîna tekere wesayîtê firiya çem. Piştî ku qeza ji Navenda Banga Lezgîn a 112’yê re hate ragihandin, tîmên tenduristiyê û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de li gel ajokar S.A. (37), S.K. (60), E.C. (55), S.C. (21), N.Z. (3), A.Z. (14) û 3 kesên din ên navên wan nehate zanîn birîndar bûn. Hate zanîn ku ji birîndaran rewşa du kesan giran e. 
 
Birîndar piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê sewqî nexweşxaneyên li bajêr hatin kirin.