Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn

  • rojane
  • 16:16 18 Nîsan 2024
  • |
img
MELETÎ - Di erdheja navenda wê Mereşê de Hotêla Kirçuval a Meletiyê hilweşiya bû û 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Hat zanîn ku hejmara stûnan a di projeya statîk a ewil a hotêlê de 33 bûn lê di projeya statîk a tedîlatê de 28 stûn hene. 
 
Di erdheja 6’ê sibata 2023’yan a navenda wê Mereşê de li Meletiyê yek ji cihên hilweşiyayî jî Hotêla Kirçuvalê bû. 21 kesan li hotêlê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber hilweşîna hotêlê li 11 bersûcan bi daxwaza ji 2 salan heta 8 salan, li her bersûcî bi giştî 22 sal û 6 meh cezayê hefsê doz hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê derheqê Cîgirê Şaredarê Battalgaziyê Zafer Kirçuval, A.Y., A.M.P., F.A., F.P., H.D., Î.Y., M,B., M.H.B., S.K.û S.Y. de bi sedema “bi qisûra zanebûn bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” îdianame amade kir. Îdianame ji hêla 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran ve hate qebûlkirin. 
 
Di îdianameyê de hat destnîşankirin şandeya pispor lêkolîn kiriye. Li gorî raporê; ji stûn û kîrîşên avahî mînakên hesin hatine girtin û parastin, avahî li gel jêrzemînê weke 7 qat hatiye projekirin, di sala 2006’an de tedîlata wê hatiye kirin, di projeya tedîlatê ya avahîsaziyê de derheqê qatên zemîn û jêrzemînê de agahî nehatine dayîn, lewma nayê zanîn ka  li wan qatan tedîlat hatiye kirin an na. 
 
Di rapora kesê pispor de ev agahî hatin parvekirin: “Dema projeya statîk a ewil tê lêkolînkirin hesabên statîk xuya dikin lê di belgeyên ji me re hatine şandin de xuya dibe ku di projeya tedîlatê ya piştre de hesabên statîk cih nagirin. Di projeya statîk a ewil de hejmara stûnan 33 ne lê di projeya statîk a tedîlatê de ev hejmar weke 28 xuya dike. Di vê rewşê de diviya bû hesabên statîk bihatina nûkirin. Diviyabû beriya hesabên statîk proje nehata erêkirin.” 
 
Lîstikvanên tîma voleybolê ya Malatya Buyukşehîr Belediyesporê ku di Lîga 2’yemîn de dilîst Mehmet Can Agirbaş (28), Mûrat Çîlogûllari (20), Gorkem Can Gurbuz (24), Tunahan Yildiz (23), Resûl Gun (24), Emîncan Kocabaş (28) û ji tîma ampute 3 îranî, lîstikvanekî kamerûnî jî bi giştî 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 4 kes jî birîndar bûbûn.