DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê

  • rojane
  • 19:37 18 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Emîne Şenyaşarê çalakiya Nobeta Edeletê di roja 79'emîn de li ber Wezareta Dadê berdewam kir. DEM Partî û OHD, çûn serdana Emîne Şenyaşarê.
 
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 79’an de berdewam kir. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, endamên komîsyonê û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) piştgirî dan malbatê.
 
Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê  di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşar bi bandor bû û li ber wezareta dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînçê di roja 5’an de çalakiya xwe domand.
 
Şenyşar piştî nobetê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî meclisê bû.