Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem

  • rojane
  • 20:09 18 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX- Ekîbên paqijiyê yên girêdayî Şaredariya Qilebanê ya AKP'î xweliya komirê dirijînin rûbarê ku di navçeyê de diherike.
 
Ekîbên girêdayî Midûriyeta Paqijiyê ya Şaredariya Qileban a Şirnexê ya AKP’î, xweliya  komirê ya ku ji taxan tê berhevkirin bi traktorê dirijînin rûbarê ku di nava navçeyê de diherike. Dema şaredariyê xweliya komirê rijand çem, welatiyan dîmenê wê kir. 
 
Piştî welatiyan bertek nîşan da, Şaredariya AKP’î jî derpêş kir ku lastîka traktorê teqiyaye û ji ber ku cihê çopê dûr bûye, karmendan çop rijandiye rûbarê û hat gotin ku der barê xebatkarên şaredariyê de lêkolîna îdarî hatiye destpêkirin.