Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran karker û kedkar li Êlih û Wanê ji bo mitîngên herêmî yên 1’ê Gulanê hatin bahev. Li Stenbolê jî meşa ber bi Taksîmê ve hat lidarxistin. 

Ketina mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Elihê de tê li dar xistin dest pê kir. Pêkhateyên platformê, nûnerên partiyên siyasî û gelek karker û kedkarên ji bo mitînga herêmî ya bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, bêewlehî, kedxwarî û zextan ji bo yekitî, têkoşîn û piştevaniyê û hêviyê mezin bikin em biçin 1’ê Gulanê” tê lidarxistin hatin bahev, li Xaçerêya Word Mar a li Bûlwara Tûrgût Ozal hatin bahev. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Sekreta Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher û Serokê Şaxa Petrol Îş’ê yê Êlihê Veysel Kartal dê weke axêver tev li mitîngê bibin. Bi hezaran kesên ji bo mitîngê hatin bahev, demekî dirêj govend gerandin. 
 
Di mitînga ku pankartên “Biharê jî aştiyê jî dê jin bînin” , “Em ê ya ku mafê me ye bigirin” , “Zimanê me rûmet û hebûna me ye” û “Bijî 1’ê Gulanê” hatin vekirin de girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî Yekê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girse bi korteje li gel dahol û zirneyan ber bi Parka Jinan a 8’ê Adarê kumitîng lêhat lidarxistin meşiyan. 
 
MEŞA BER BI TAKSÎMÊ VE
 
Kedkar û karkerên di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk (TDB) û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) hatin bahev, ji bo ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin li Parka Saraçhaneyê hatin bahev. 
 
Gelek kom bi kortejan ketin qadê. Girse ji bo ku ber bi Taksîmê ve bimeşe hate ber sûrên Saraçhaneyê. Lê pêş sûrên li aliyê Taksîmê ji aliyê polîsan ve bi temamî hate girtin û TOMA hatin amadekirin. Li ser gengeşiyê Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû hate qadê. Çerkezoglû diyar kir ku dê bi komîteyê re hevdîtinekê bike. Polîsan bi fîşekên plastîk û gaza îsotê êrişî girseyê kir. 
 
Piştî êrişê girse ji Saraçhaneyê ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kir. 
 
MITÎNGA WANÊ
 
Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê  ku bi dirûşma “Ked ya me ye gotin ya me ye” di pêşengtiya KESK, DÎSK, Baroya Wanê, Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan û TMMOB’ê de hat lidarxistin bi korteja meşê dest pê kir. Bi dehan kedkar di saetên serê sibê de li ber AVM’ya Gunpaşê hatin bahev. Kedkarên dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin ber bi Parka Mûsa Anter ku mitîng lê were lidarxistin ve bi rê ketin. Pêşiya korteja ku sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li wê bûn Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) cih girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad ên bi pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” meşiyan dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” berz kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz, Hevşardara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitîngê de axivîn. 
 
Fazil Demîr, Koma Janya û Babetna di mitîngê de derketin ser dikê.  
 
 
Hûrgiliyên nûçeyê tên…