Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e

STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku ji bo bimeşe Taksîmê hate Saraçhaneyê, got ku ji bo têkoşîna kedkar, xizan û karkerên Tirkiyeyê li ser bingeheke hevpar bikin yek dê bixebitin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan tevî rêveberên partiyê û partiyiyan ji bo bimeşin Taksîmê hatin Saraçhaneyê. Bakirhan li vir axivî û banga têkoşîna hevpar li hemû komên civakî kir. 
 
Bakirhan, ev tişt anî ziman: “Îro 1’ê Gulanê ye. Em Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin. Weke DEM Partiyê bi alîgirên xwe, bi girseya xwe, bi kedkar û xizanên kurd li gel çîna karker a Tirkiyeyê ji bo piştevaniya bi kedkarên Tirkiyeyê re li vê derê ne. Em baş dizanin ku heke em bikaribin bi rêya yekitî û têkoşîna karkeran, têkoşîna demokrasî û azadiyê bînin gel hev dê bikarin bingeheke xurt a têkoşînê ava bikin. 
 
TÊKOŞÎNA LI SER BINGEHA HEVPAR
 
Em ê wê demê bikarin xizanî, nelirêtî û zilma li ser kedkaran bi dawî bikin. Ji bo têkoşîna mafan a gelê kurd û têkoşîna kedkar, xizan û karkerên Tirkiyeyê li ser bingeheke hevpar bikin yek em ê di rojên pê de têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
BAL KIŞAND SER PIŞTEVANIYÊ
 
Heke em bikarin karker, kedkar, kurd, elewî, ciwan û jinan li ser bingeheke xurt ê têkoşînê bînin gel hev, wê demê em ê bikarin xizanî û zilma heyî bi dawî bikin. Ez careke din bi vê wesîleyê roja kedkarên tirk, kurd, ereb, ermenên hatine Taksîmê pîroz dikim. Dê piştevaniya me bidome û têkoşîna me hevpar e.”