Di şewata li malekê de derket 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 10:43 22 Cotmeh 2024
  • |
img
EDENE - Li navçeya Yuregîrê di xaniyê malbatek ji Sûriyeyê de şewat derket û sê zarok jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li taxa 19 Mayisê ya navçeya Yuregîra Edeneyê di xaniyê malbatek ji Sûriyeyê de şewat derket û yek jê yek salî sê zarok jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; ji soba ceyranê şewat derketiye û piştî bavê zarok diçe kar û dayik û zarokên xwe kêliya ku razayî bûne, agir girtiye malê. Şêniyên taxê ku bi şewatê hesiyan agahî dan tîmên agirkujiyê. 
 
Tîmên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kirin û vemirandin. Piştre diyar bû ku zarokên temenê wan 1, 4 û 6 salî di şewatê de jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku dayika zarokan xwe ji malê derketiye û ji şewatê rizgar bûye. 
 
Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin.