Komîsyon ji bo giliyên hilbijartina Başûr hatin avakirin

  • rojane
  • 10:48 22 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand wan ji bo giliyên ku li ser hilbijartina taybet û giştî yên parlementoya Herêma Kurdistanê hatine kirin, sê komîsyon ava kirine.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê diyar kir wan ji bo giliyên ku li ser hilbijartina taybet û giştî yên parlementoya Herêma Kurdistanê hatine kirin, sê komîsyon ava kirine.
 
Hat diyarkirin ku wê ev her sê komîsyon giliyên ku li her çar parêzgehên Herêmê li ser dengdana taybet û giştî hatine kirin, lêkolîn bikin.
 
Roja 18’ê cotmehê dengdana taybet ji bo dema şeşem a parlementoya Kurdistanê pêk hat. Her wiha roja 20’ê cotmehê jî dengdana giştî pêk hat. Li gor zanyariyên komîsyona hilbijartinê belav kirine, di dengdana giştî de 71 gilî hatine tomarkirin.