Demîr a DEM Partiyî hate berdan

  • rojane
  • 12:02 22 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr hate berdan. 

Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dihat ragirtin, hate berdan. Demîr, di 27’ê îlonê de di serdegirtinên malê de li Stenbolê hatibû binçavkirin û bi hinceta xebatên partiyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. 
 
Demîr a şevê din tehliye bû, li pêşiya girtîgehê ji hêla gelek jinan ve hate pêşwazîkirin.