Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin

  • rojane
  • 16:49 11 Mijdar 2024
  • |

ŞIRNEX - Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê hate dayin. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya ya Şirnexê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî da. Jin, li Taxa Kîzîrê hatin gel hev û li ser tundiya roj bi roj zêde dibe nîqaş kirin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM Û PIŞAFTINÊ DAN
 
Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan got ku di demeke tundiya li dijî jinan zêde dibe de li şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin. Fîdan, wiha domand: “Êrişî xeta me ya hevserokatiyê kirin. Li her qadê êrişên li dijî jinan zêde dibin. Ev tevek jî encama şerê taybet in. Em ê li her derê li dijî her cureyên tundiyê derkevin. Dê têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser polîtîkayên  pişaftinê û got: “Qedexekirina ziman û çanda cureyekî tundiyê ye. Zarokên me nikarin bi zimanê xwe biaxivin û dewlet wan arasteyî fihûş û tiryakê dike. Ev jî tundiya li ser civakê ye. Li hêla din bi destê qeyûman êrişî destkeftiyên jinan dikin. Her ku zext û tundiya li ser civakê zêde dibe, tundiya li ser zarok û jinan jî zêdetir dibe. Îktîdar li rexekî êrişî me dike li rexa din jî kesên  êrişî jinan dikin diparêze.” 
 
Çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê dê li Şirnexê bên lidarxistin wiha ne: 
 
"* 13’ê Mijdarê: Li Elkê dê atolyeya jinan bê lidarxistin. 
 
* 14’ê Mijdarê: Li Silopiyayê dê atolyeya jinan bê lidarxistin. 
 
* 16’ê Mijdarê: Li Şirnexê dê hevdîtina jinan bê lidarxistin. 
 
* 17’ê Mijdarê: Dê li bajarokê Gundikê Melê zinicîra jinan a mor bê lidaxistin. 
 
* 19’ê Mijdarê: Li Kolana Hunerê ya Silopiyayê dê têkildarî jinên tundî lê hatiye kirin çalakî bê lidarxistin. 
 
* 20’ê Mijdarê: Dê li Şirnex, Cizîr û Silopiyayê bi jinan re civîn bên lidarxistin. 
 
* 21’ê Mijdarê: Li eywana konferansan a Şaredariya Silopiyayê dê panela jinan bê lidarxistin. 
 
* 23’yê Mijdarê: Li Cizîrê dê meş were lidarxistin."