Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin

  • rojane
  • 08:53 12 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo piraniya bajarên Herêma Serhedê hişyariya barîna zêde kir. 

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 12’ê mijdarê eşkere kir. Midûriyetê diyar kir ku dê başûrrojhilatê Herêma Serhedê, Hatay, Erzîngan, Erzirom, Qers, Mûş, Êlih û Sêrtê barîn bibare. 
 
Hat destnîşankirin ku dê li cihên bilind ên Herêma Serhedê jî barîn û şilope bibare.