ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 12 Mijdar 2024
  • |
img
* Ji Meclisa Xweser a Şengalê Bîro Berakat, azadkirina Şengalê wekî “vejîna nû” pênase kir û got: "Vê hêzê, vê fikrê, ev civaka ku ji hêz û taqetê ketibû ji nû ve zindî kir. Bi fedakariya 12 endamên HPG'ê, êzdî ji nû ve ji dayik bûn."
 
* * Rojnameger Felemez Ulug diyar kir ku li Rojhilata Navîn di navbera Rûsya û DYA’yê de şerê hegemonyayê heye û got: “Tirkiye, Îran û Rûsya dixwazin berê kurdan û hêzên rojavayî bidin hev.” 
 
* Elîf Kabaîş, xwişka Rojîn a ku tê xwestin mirina wê wekî" xwekuştinê" bê nixumandin, diyar kir ku şîfreya telefonê ya ku piştî 5 rojan hat şikandin, wekî roja 8'an hatiye nîşandan. Bav Nîzamettîn Kabaîş jî xwest ku encamên otopsiyê di demeke herî nêz de bên eşkerekirin.
 
* Der barê 22 kesên ku tê îdiakirina pankart vekirine, nîşaneya serkeftinê çêkirine û dirûşme berz kirine de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin. Der barê 5 kesên ku ji van kiryaran yek jê nekirine jî bi hinceta bi komê re tevgeriyane bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin. 
 
* Rojnamevanên ku bertek nîşanî tundiya li ser rojnamevanên protetstokirina qeyûman dişopînin dan, gotin ku bêdengiya li hemberî astengiyan tê wateya erêkirinê.
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDΠ
 
* Tayînkirina qeyûman dê li gelek bajaran bê protestokirin. (12.00-22.00)