Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin

  • rojane
  • 11:25 28 Mijdar 2024
  • |
img

ERDEXAN - Wezareta Karên Hundir li şûna keyayê gundê Burmadere yê navçeya Sorsê ya Erdexanê Şahîsmaîl Goyuk qeyûm tayîn kir. Hat zanîn ku Midûrê Îdareya Taybet ê weke qeyûm hatiye tayînkirin, MHP’î ye. 

Keyayê gundê Burmadere yê navçeya Sorsê ya Erdexanê Şahîsmaîl Goyuk ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Federasyona Komeleyên Damalê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Keyayê gundê Burmadereyê Şahîsmaîl Goyuk ji ber ku çendek hefte berê pêşengên şoreşger ên 68’an li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parv kir, îxbara wî hate kirin û di 26’ê mijdara 2024’an de ji peywirê hate girtin. Li şûna wî qeyûm tayîn kirin.” 
 
Keya Şahîsmaîl Goyuk beşdarî televîzyonekê bûbû û gotibû ku li Erdexanê 28 gundên elewiyan hene û mehek û nîv piştî hilbijartinê Walîtiya Erdexanê bangî wî kiriye. 
 
‘ELEWÎ ME LEWMA TÊM DARIZANDIN’ 
 
Goyuk, da zanîn ku kesekê ji Wezareta Karên Hundir jî di civînê de amade bû û wiha got: “Li wir ji me re gotin ku dê alîkariyê bidin cemxaneyan û gotin; ‘Em ê dedeyekî xwedî mûçe bidin we. Dê kêmasiyan temam bikin. Hûnê girêdayî saziya Wezareta Çandê bin.’ Min jî jê re got; ‘Em ne civaka reqsê ne, civaka Elewî xwedî baweriyekê ye, em baweriyeke qedîm in. Çi karê me bi Wezareta Çandê heye.’ Min got; ‘Em pêdiviyên cemxaneyan cîbicî dikin, em vê qebûl nakin. Em dixwazin bibin hemwelatiyên wekhev.’ Got; Ma hûn çawa hemwelatiyên wekhev nînin?’ Min jî got; ‘Li 81 bajaran yek wlaî, dozgerê komarê, midûriyeta emniyetê, qeymeqam tune ne, em wekhev nînin.’ Ez tenê axaftim. Tu keyayan alîkarî nedan min. 2 meh piştre jî TEM li min geriya. RMalpera min a Facebookê derxistine. Min jî nifşê 68’an bi bîr aniye û hatim binçavkirin.” 
 
Goyuk, da zanîn ku piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê hatiye sewqkirin û wiha bi dawî kir: “Di parastina xwe de min got ku ji ber elewîtiya xwe têm darizandin. Ez heta niha qet neketibûm qereqolan. Ez çepgirim. Ne ji ber çepgirî û sosyalîstbûna xwe, ji ber elewîbûna xwe têm darizandin. Di îfadeya min de cih nedan vê gotina min.” Goyuk, piştî îfadeya li dadgehê bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
LI GUNDÊ ELEWIYAN QEYÛMÊ MHP’Î HATE TAYÎNKIRIN 
 
Hat zanîn ku du roj berê ji Goyuk mohra keyatiyê û ewraq hatine xwestin. Midûrê Îdareya Taybet ê Navçeyê Yasîn Zorlu ku MHP’î ye, li şûna Goyuk weke qeyûm hate tayînkirin.