Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin

  • rojane
  • 11:54 1 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk de li gundên Radar û Şealê pevçûnên dijwar diqewimin. 

Di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk de li gundên Kantona Şehbayê pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; şer û pevçûnên li ser xeta gundên Herbil, Zîwan, Radar û Şealê berdewam dikin. 
 
Têkildarî encamên şer û pevçûnên di navbera HRE û komên paramîlîter de heta niha jî tu agahî nehatine parvekirin.