Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin

  • rojane
  • 13:38 1 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundên Şewarxa û Malikiyê yên navçeya Şerayê di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin. 
 
Êrişên komên paramîlîter ên li dijî Konatona Efrîn-Şehbayê didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundên Kiştear, Malikiyê, Merenaz, Tat Meraş, Tinib û Şewarxe yên li ser bi bajarê Şerayê yê Kantona Efrîn-Şehbayê topbaran dikin. 
 
Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî bersivê didin êrişan. Li gundên Şewarxe û Malikiyê şerekî giran di navbera komên paramîlîter ên şervanên HRE’yê de diqewime.