Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir

  • rojane
  • 16:37 2 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Şaredariya Artukluyê tespît kir ku di ewraqan de sextekarî hatiye kirin û serlêdana sûc kilr. 

Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye, di encama lêpirsîna komîsyona venêrînê ya navxweyî tespît kir ku di ewraqan de sextekarî hatiye kirin. Şaredariyê, derheqê kesên ev nelirêtî kirin de li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê serlêdana sûc kir. Şaredariyê, derheqê Midûrê Îmarê S.A. û Teknîkerê Nexşeyê E.G û çendek berpirsyarên din ên sextekarî kirin de bi sedemên “Sextekariya di belgeyên fermî de” û “xerabbikaranîna peywirê” serlêdana sûc kir. 
 
Di serlêdanê de hat xwestin ku li kesên behsa xeberê doza cemaweriyê were vekirin. Memûrên îmzeyên wan hatine teqlîdkirin jî bi heman daxwazê serlêdana sûc kirin.