Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin

  • rojane
  • 16:40 2 Kanûn 2024
  • |
img
WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi mebesta ku xizmeteke baştir ji astengdar û kal û pîran re bike, Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan vekir. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi mebesta ku xizmeteke baştir ji astengdar û kal û pîran re bike, Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan vekir. Dê daîreya behsa xeberê alîkariya pateyên nexweşxan û ya hîjyenê bidin astengdar û kalan, alîkariya amûrên medîkal bidin, xizmeta veguhestina nexweşxan û xizmeta tenduristî û kuaforê ya bêpere bide astengdar û kalên nikarin ji malê derkevin. 
 
Ji bo astengdar û kal xwe bi tenê hîs nekin jî li noqteyên cuda yên bajar dê navendên jiyanê, navenda jiyanê ya jinên astengdar, malên bêhnvedana demkurt, tamîrkirina kursiyên biaku û manuel, stasyonên şarjkirina amûrên astengdaran û daşirên moduler ên astengdaran ava bikin. 
 
DÊ ‘MASEYA ASTENGDERAN’ BÊ AVAKIRIN
 
Her wiha dê bi Maseya Ragihandinê ya Astengdaran a di bin sîwana serokatiyê tê avakirin re her cureyên daxwaz û giliyên wan bên guhdarîkirin. Peywirdar dê her serlêdanê lêkolîn bikin, daxwazan arasteyî midûriyetê bikin û rewşê bişopînin. Di çarçoveya daxwazan de dê pêdiviyên welatiyên astengdar bên tespîtkirin û proje jî dê li gorî vê bên pêşxistin. Ji bo welatiyên astengdar bêhtir tev li jiyana civakî bibin, dê ev yekîneye çalakî, geştên bajaran û geştên çandî li dar bixe. Her wiha dê li vê maseyê pisporên zimanê îşaretê dizanin bên peywirdarkirin.