Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan

  • rojane
  • 20:26 2 Kanûn 2024
  • |
img
AMED – Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralpê ku hat binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan serbest hat berdan. 
 
Li 8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê , der barê pirtûka "Dildarê Serkeftinê" ya Mahmut Aba de biryara komkirinê hat dayîn. Hat hînkirin ku bi îdiaya der barê pirtûkê de "îxbar" heye biryara komkirinê hatiye dayîn û ji ber vê xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeraşp hat binçavkirin. 
 
Zengeralpê ku hat binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Amedê serbest hat berdan.