Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye

  • rojane
  • 09:12 4 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baîer ku di heyeta navneteweyî ya ku ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabû de cih girt, diyar kir ku Abdullah Ocalan "mirovê aştiyê" ye û wiha got: "Ew kes û aktorekî girîng e. Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye." 

Heyeteke navneteweyî ya ku ji rojnameger, parlamenter û nûnerên partiyên siyasî pêk tê, ji bo der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de girtî ye agahî wergire, di 2'yê Kanûnê de hat Tirkiyeyê. Heyet di roja ewil de çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Abdullah Ocalan dike û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û di 3'yê Kanûnê de jî li Enqereyê bi parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtin pêk anî. Heyetê piştre bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.
 
 
Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baier ku di nava heyeta navneteweyî de cih girt, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
'OCALAN MIROVÊ AŞTIYÊ YE'
 
Baîer diyar kir ku Abdullah Ocalan mirovê aştiyê ye û wiha got: “Gelek pirtûk û gotar nivîsandine. Her wiha metn hene ku tê de plansaziya aştiyê ya ku dê çawa pêk were vedibêje. Em piştgiriya van dikin. Wekî çepên Ewropayê em piştgiriyê didin çareseriya pirsgirêka kurd a bêtundî, aştiyane û demokratîk. Em wekî kesayeteke ku aştiyê ya gelê kurd û tirk temsîl dike, em piştgiriyê didin van planan û wî."
 
'PÊDIVÎ BI ABDULLAH OCALAN HEYE'
 
Baîer bi bîr xist ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane û got ku ji ber rewşa tenduristiya Ocalan bi fikar in. Baîer got: “Abdullah Ocalan di nav şert û mercên pir xerab de bi tenê dijî. Der barê rewşa wî ya tenduristiyê de heta niha tu agahiyek me nîne. Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Ev mijareke mafên mirovan e. Ya duyemîn jî ew kes û aktorekî girîng ê pêvajoya aştiyê ye. Pêwîstiya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye û bi saxî jî pêdiviya wan bi Abdullah Ocalan heye. Ji ber ku ji bo plana aştiyê û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd divê di rewşa derûnî û fizîkî de baş be. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku Partiya Çep a Ewropayê ji bo destekkirina pirsgirêka gelê kurd gelek hewldan dane destpêkirin.”
 
Baîer diyar kir ku ji Yekîtiya Ewropayê (YE) jî daxwaza derxistina PKK'ê ji lîsteya "rêxistinên terorê" heye û wiha got: "Em ê li vir tiştên ku em dijîn, dibînin, tecrûbe û pêşbîniyên xwe ji partiyên xwe re bibêjin. Di van demên dawî de em li Almanya û cihên din beşdarî mîtîngên girseyî dibin. Ji ber ku hevgirtin girîng e. Em wekî Partiya Çep a Ewropayê hewl didin ku der barê rewşa Abdullah Ocalan û Rojavayê de agahiyan bidin û gelê kurd û jinên kurd li her qadên ku têkoşîna wekhevî û aştiyê lê didin seferber bikin."
 
ÊRIŞÊN LI ROJHILATA NAVÎNÊ
 
Baîer wiha berdewam kir: “Di dawiyê de ji bo gelên Rojhilata Navînê aştiyê dixwazim. Em dixwazin qirkirina li Xezeyê bi dawî bibe. Em dixwazin dawî li êrişên berdewam ên hikûmeta rastgir a Îsraîlê li Lubnan, Sûriye û Şerîeya Rojava were. Ez di wê baweriyê de me ku aştiya li Rojhilata Navînê tê fêmkirin, divê berfireh be û çareseriya aştiyane jî tê de hebe. Em hêvî dikin ku pirsgirêka kurd bi awayekî adilane were çareserkirin."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû