Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin

  • rojane
  • 13:56 4 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama topbarana artêşa tirk a li dijî gundên Dihokê de welatiyê bi navê Sebah Abdulstar jiyana xwe ji dest da. 

Di toparana artêşa tirk a li dijî gundê Hirûrê yê Dihok a Herêma Federe ya Kurdistanê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku di êrişê de ji şêniyên gund Sebah Abdulstar (45) di êrişê de hatiye qetilkirin.