Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin

  • rojane
  • 16:32 4 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Girseya ku li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Kobanê meş li dar xist, zincîra ji mirovan ava kir û dirûşma “Her der Rojava her der berxwedan” berz kir. 

Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya li ser sînorê Kobanê hat protestokirin. Çalakî bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayndir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Girseyê li ser rêya Pirsûs-Kobanê li nêzî sînor daxuyanî da. Jinên ku li vir zincîra ji mirovan çêkir, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. 
 
Piştre jî meş hat lidarxistin. Polîsan gelek caran hewl dan meşê asteng bikin. Jinan bi gotina “Ne ji bo me li ber çeteyan berîqetan deynin” bertek nîşanî polîsan dan. Tevî berîqeta polîsan jî meş hat lidarxistin û dirûşma “Her der Rojava her der berxwedan” hate berzkirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan piştî meşê axivî û wiha got: “Heta ku êriş bidomin dê meşa me jî bidome. Em ê her li cem gelên Rojava bin.”