Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin

  • rojane
  • 12:40 5 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li rojnameger Azîz Oruç doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê hat lidarxistin û biryara beraetê hate dayin. 

Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, derheqê rojnameger Azîz Oruç de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Oruç, beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wî Bariş Kurtbogan amade bû. 
 
Di danişînê de ji ewil dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û daxwaza beraetê kir. Piştre jî parêzer Kurtbogan got ku muwekîlê wî parvekirin di çarçoveya xebatên pîşeyî de kiriye û hêmayên sûcê tê îdiakirin tune ne. Kurtbogan, daxwaza beraeta miwekîlê xwe kir. 
 
Şandeya dadgehê biryara beraetê da.