Gundên Minbicê hatin bombebarankirin

  • rojane
  • 11:59 8 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên di bin kontrola Tirkiyeyê de gundên El Cat, El Diric û El Toxar ên li bakurê Minbicê bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, komên paramîlîter ên di bin kontrola Tirkiyeyê de gundên El Cat, El Diric û El Toxar ên li bakurê bajêr bi hawanan hatin bombekirin.
 
Têkildarî hûrguliyên êrişan agahiyên berfireh bi dest neketin.