Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê

  • rojane
  • 13:43 8 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî destpêkirina êrişên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê, ji xeta Efrîn-Şehbayê nêzî 400 malbatên din ên koçber derbasî Tebqayê hatin kirin.
 
Piştî destpêkirina êrişên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê, êriş birin ser kantona Efrîn-Şehbayê nêzî 400 malbatên din derbasî Tebqayê hatin kirin. Li gorî nûçegihanên ANHA'yê yên li herêmê, malbatên koçber gihîştin deriyê El Bu Asi yê li kantona Tebqayê.
 
Piştî ku di 29'ê Mijdarê de êrişan dest pê kirin, veguhestina şêniyên herêmê di 2'ê Kanûnê de destpê kir û hîn jî dewam dike.