DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin

  • rojane
  • 15:12 9 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - DEM Partiyê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got ku îktîdara AKP’ê êrişî hebûna gelê kurd dike. 

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyanî, bi sernavê “Êrişê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaosa li Sûriyeyê kûrtir dike” hate weşandin. Di daxyaniyê de hate gotin ku îktîdara AKP’ê êrişî hebûna gelê kurd, destkeftiyên gelê kurd û rêveberiya Bakur û Rojhilatê hedef digire. DEM Partiyê destnîşan kir ku piştî hilweşandina rejîma Esad li seranserî cîhanê daxwaza avakirina Sûriyeyeke ku hemû gelên wê wekhev û azad bijîn tê kirin lê îktîdara AKP’ê gavên ku aloziya heyî girantir dike diavêje. Bi domdarî hate gotin ku îktîdara AKP’ê polîtîkaya xwe li ser tesfiyekirina mafên kurdan ava kiriye. 
 
DEM Partiyê, di berdewamê de bal kişand ser êrişên ser Til Rifet û Minbicê û wiha got: “Jin ji hêla çeteyan ve tên revandin, bajar tên talan û wêrankirin, welatî tên kuştin û sûcên şer tên krin. TSK, ji bo parastina çeteyan bi SÎHA’yan êriş dike û bi van êrişan krîza li herêmê tê kûrkirin. Di êrişa bi SÎHA’yan a li dijî Eyn Îsayê de ji heman malbatê 12 sivîl hatin qetilkirin. Bi vê yekê re nîşan dan ku rewşa şer a domdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê ferzkirin. Em bang li îktîdarê dikin ku van polîtîkayên xwe bi dawî bike. 
 
Weke DEM Partiyê em bang dikin ku li Sûriyeyê rêveberiyeke demkî ya hemû derdorên civakê tê de cih digirin were avakirin û ev rêveberî heta destûreke bingehîn a di çarçoveya rêgezên demokratîk de tê avakirin û hilbijartinên demokratîk tên lidarxistin bidome. Em li bendê ne ku ev rêveberiya demkî di navbera aliyan de agirbestê ragihîne. Di vê çarçoveyê de di serî de NY, banga me ji bo civaka navneteweyî ew e ku piştgiriyê bidin bidawîkirina şer û di serî de Efrîn, ji bo gelê herêmê li warên xwe vegerin berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”