Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li NY’ê kir

  • rojane
  • 15:58 9 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma bang li NY’ê kir ku li dijî sûcên şer ên dewleta tirk bikevin nava tevgerê. 

Dewleta tirk şevê din bi SÎHA’yan êrişî gundê Misterîha yê girêdayî Eyn Îsayê kir. Di êrişê de zarok, jin û kal jî di nav de 12 sivîl hatin qetilkirin. Ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê ji ANHA’yê re axivî.  
 
Evîn Cuma diyar kir ku ne cara yekemîne ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyan pêk tînin û wiha got: “Piraniya welatiyên ku tên qetilkirin jin û zarok in. Dewleta tirk bi van komkujiyan hewl dide saziyên ximetguzariyê vala bike û welatiyan koçber bike. Dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike; bi taybet ev binpêkirin li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tên kirin.” 
 
BANGA LI NY’Ê KIR
 
Evîn Cuma anî ziman ku hedefgirtina sivîlan li gorî Danezana Mafê Mirovan a Navneteweyî sûcê şer e û bang li NY û Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî kir ku sûcên ku dewleta tirk ên li dijî welatiyan dike tespît bike û doza cezakirinê derheqê wê de veke. Evîn Cûma her wiha bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kir ku ji bo rawestandina êrişên li Sûriyeyê zextê li dewleta tirk bike.