Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin

  • rojane
  • 16:10 9 Kanûn 2024
  • |
img
 
ENQERE - Di nava salekê de ji bo Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin. 
 
Di nava salekê de ji bo Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin. 
 
Beşeke hejmar û mijarên têkildarî wan serlêdan hatine kirin wiha ne: “Ji girtîgehan 194 serlêdan, ji bo mafên ajalan 191, têkildarî mafê tenduristiyê 164, têkildarî jiyan û pirsgirêkên aboriyê 141, têkildarî cihêkariyê 104, têkildarî mafên zarokan 103, têkildarî perwerdeyê 102, têkildarî mafên astengdaran 72, têkildarî KHK’an 61 û têkildarî tenduristiya karkeran û ewlehiya kar jî 38 serlêdan hatin kirin.”