Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir

  • rojane
  • 22:34 9 Kanûn 2024
  • |
img
AMED - Amedspor ku bi boneya Hefteyê Mafên Mirovan bi pankarta "Mirov bi mafên xwe mirov e" daket qadê, Şanliûrfasporê 2-1 têk bir.
 
Amedspor ku di Lîga 1'emîn a a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, Şanliûrfasporê kir ezimand. Lîstik li qada Tahîr Elçî hat lîstin. Bi hezaran fûtbolhez lîstikê li qadê remaşe kirin. Amedspor ku bi boneya Hefteyê Mafên Mirovan bi pankarta "Mirov bi mafên xwe mirov e" daket qadê, Şanliûrfasporê 2-1 têk bir.
 
 
Amedspor di deqeya 12'an de bi gola Mûrat Ûçar 1-0 ket pêşiya. Şanliûrfaspor i deqeya 44'an de penaltî bi dest xist û bi gola Mûhammed Gonulaçar lîstik bû 1-1. Di deqeya 69'an de vê carê Mûhammed Gonulaçar golek jî avêt qaleya xwe û Amedspor 2-1 ket pêşiyê. 
 
Lîstik 2-1 bi dawî bû û Amedsporê 3 puan bi dest xistin.