ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 10 Kanûn 2024
  • |
img
* Fînce Akman a ku di dema daxuyaniya mitînga "azadî" ya Stenbolê de rastî lêdanê hat û hat binçavkirin, bi rêya parêzerên xwe giliyê polîsan kir û doz li wan vekir. 
 
* Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê cara duyemîn welatiyên kurd neçar mane koçber bibin û got: "Divê raya giştî ya cîhanê ji bo bidawîkirina vê hovîtiyê bikeve nava liv û tevgerê."
 
* Nivîskar Nûsret Yildiz ku 30 salan di girtîgehê de ma û di vî 30 saliyî de zêdetirî 30 pirtûk nivîsandin, heya niha tenê karibûye pirtûkekê çap bike. 
 
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr bîne. (09.30)
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê starta kampanyaya xwe ya piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li avahiya DBP’ê ya bajar bi daxuyaniyekê bide. (11.00)
 
* Li gelek bajaran dê êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên protestokirin. (13.00-18.30)