Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

  • rojane
  • 12:56 10 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Suzan Akîpa ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.  Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
 
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN
 
Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.
 
BIRYARA QEDEXEYA DOMDAR
 
Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin.
 
Bi biryara qedexeyê ya dawî re di nava 8 salan de bû cara 14’emîn ku ji bo 6 mehan hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran wî re tê qedexekirin.