Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin

  • rojane
  • 13:03 10 Kanûn 2024
  • |
img
AMED - Danişîna doza tetîkkêşê Hîzbullahê Cîhan Yildiz ku ji ber qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar tê darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de hate qetilkirin. Danişîna 14’emîn a dozê ku tetîkkêşê Hîzbullahê Cîhan Yildiz tê darizandin, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. 
 
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzer Mehdî Ozdemîr, Yakup Guven, Şaneşîn Aydin û Ferdî Çîçek di danişînê de amade bûn. Bersûc Yildiz jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. 
 
Ji parêzerên malbata Sîncar, Ferdî Çîçek got ku di dozên girtiyên siyasî de tavilê biryara girtinê tên dayin lê bersûcê cînayetê Yildiz negirtî tê darizandin. Çîçek, bal kişand ser eleqeya doza Mehmet Sîncar a bi pêşketina demokrasiya Tirkiyeyê û wiha got: “Mirina Mehmet Sîncar divê tenê weke binpêkirina mafê jiyanê neyê nirxandin. Di heman demê de binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Berpirsyartiya we heye ku hûn necezakirinê ji holê rakin û heqîqetê derxînin holê.” 
 
Çîçek, xwest ku Yildiz bi awayekî girtî bê darizandin. 
 
Bersûc Yildiz parastina xwe nekir û gotinên wî yên ku digot parêzer hewl didin amadekirina mutalaayê dirêj bikin, serokê dadgehê hêrs kir. Di dema nîqaşê de serokê dadgehê dengê xwe bilind kir. 
 
DAXWAZA GIRTINÊ HATE REDKIRIN
 
Şandeya dadgehê careke din daxwaza girtinê red kir û ji bo amadekirina mutalaayê danişîna dozê taloqî 17’ê hezîrana 2025’an kir.