Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin

  • rojane
  • 16:01 10 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - ÎHD û TÎHV’ê ragihandin ku di nava 11 mehan de 692 serlêdanên îşkence û muameleya xerab ji bo TÎHV’ê hatine kirin û 81 jê zarok herî kêm 2 hezar û 805 kes bi îşkence û muameleya xerab hatine binçavkirin. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di çarçoveya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de “Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2024’an a Tirkiyeyê” eşkere kirin. Endam û rêveberên ÎHD û TÎHV’ê li ser Cadeya Sakaryayê daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci ve hate xwendin. Yazmaci, rapora hevpar a ÎHD û TÎHV’ê eşkere kir. 
 
ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB 
 
Di raporê de hate gotin ku di nava 11 mehên ewil ên salê de ji ber îşkence û muameleya xerab 692 serlêdan ji TÎHV’ê re hatine kirin. Her wiha hate gotin ku di encama mudaxileya çalakî û xwepêşandanên aştiyane de 81 zarok herî kêm 2 hezar û 805 kes bi îşkence û muameleya xerab hatine binçavkirin. 
 
ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB A LI GIRTÎGEHAN 
 
Hat destnîşankirin ku li girtîgehan jî sepanên îşkence û muameleya xerab pir zêde hene. Hat gotin ku piştî terkkirina hewldanên çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd û Tîrmeha 2015’an, li girtîgehan îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan pir zêde bûye. Hat gotin ku herî kêm 594 girtiyan ji ber îşkence û muameleya xerab gilî kirine û li gorî rapora Wezareta Dadê jî 709 girtî/ hikûmxwaran jiyana xwe ji dest dane. 
 
AZADIYA RAMAN Û XWEÎFADEKIRINÊ 
 
Bi domdarî hate gotin ku azadiya raman û xweîfadekirinê pir zêde û bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. 
 
11 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN 
 
Di raporê de hate gotin ku di 11 mehan de 43 rojnameger hatine binçavkirin û 11 rojnameger hatine girtin, derheqê 42 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, derheqê 253 doz li 534 xebatkarên çapemeniyê hatne vekirin û ev doz didomin. 
 
AZADIYA CIVÎN Û XWEPÊŞANDANAN
 
Hat gotin ku li 25 bajaran û navçeyekê ya herî kin rojek û ya herî dirêj 15 roj bi giştî 83 biryarên qedexeyê hatine dayin. Hat diyarkirin ku mudaxileyî 358 civîn û xwepêşandanên aştiyane hatiye kirin; herî kêm 4 hezar û 368 kes bi îşkence û muameleya xerab hatine binçavkirin; mudaxileyî 8 çalakiyên têkildarî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine krin û herî kêm 81 kes hatine binçavkirin. 
 
AZADIYA XWEBIRÊXISTINKIRINÊ
 
Di raporê de hate gotin ku di sala 2024'an de herî kêm 76 endam û rêveberên komele, weqf, sendîka, rêxistinên pîşeyî, înîsiyatîf û platforman hatine binçavkirin û 22 jê hatine girtin; derheqê herî kêm 404 kes ji 92 dozan hatine darizandin û li 84 kesan cezayê hefsê hatiye birîn. Hat gotin ku herî kêm 162 endam û rêveberên partiyên siyasî hatine binçavkirin, ji van 33 jê hatine girtin, derheqê 42 parlamenteran de bi giştî 52 fezleke şandine Meclisê. 
 
PIRSSGIRÊKA KURD
 
Di berdewamê de hate destnîşankirin ku mezintirîn asetngiya li pêşiya demokratîkbûnê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û vê jî rê li ber binpêkirinên giran ên mafê jiyanê û mafên din vekiriye. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bang hate kirin. 
 
KOMKUJIYÊN JINAN
 
Di raporê de hate diyarkirin ku di nava salê de 344 jin ji hêla zilaman ve hatine qetilkirin; 110 jin hatine tacîzkirin, 201 zarok hatine îstîsmarkirin, tundî li 558 jinan hate kirin, 13 jin hatin tecawizkirin, zilaman herî kêm 544 jin neçarî karkeriya seksê kirin, 263 jin bi awayekî “guman” jiyana xwe ji dest dan, zilaman ehrî kêm 40 zarok qetil kirin, ji jinên 344 jinên hatine qetilkirin herî kêm 242 jê ji hêla destgirtiyên xwe ve, 62 jê ji hêla bav û kurên xwe ve, 7 jê ji hêla zavayên xwe ve hatin qetilkirin; herî kêm 35 jin tevî biryara parastinê jî hatin kuştin, ji faîlê 356 jinan herî kêm 187 jê hatin girtin. Her wiha hate gotin ku li gorî tespîtên Navenda Dokumantasyona TÎHV’ê di nava 11 mehan de herî kêm 3 endamên LGBTÎ+ hatine qetilkirin. 
 
MAFÊN ZAROKAN
 
Têkildarî binpêkirinên li dijî mafên zarokan jî ev daneye hatin parvekirin; li gorî rapora TUÎK’ê ya sala 2023’yan hejmara zarokên temenê wan di navbera 0-17’ê de 22 milyon û 206 hezar û 34 kes in û li gorî krîterên hatine diyarkirin ji van 7 milyon û 34 hezar jê xizan in; zarokên temenê wan di navbera 5-17’ê de û beşdarî xebatên aboriyê dibin ji sedî 4,4 e ku ev jî teqabûlê 977 hezar û 65 hezar û 469 zarokan dike; nêzî milyonek û 800 hezar zarokên penaber di van şert û mercên giran de dijîn. Hat gotin ku li gorî tespîtên ÎSÎG’ê; di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de herî kêm 33 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dan û ji sala 2023’yan heta meha ewil a 2024'an jî bi giştî 704 zarokan jiyana xwe ji dest dane. 
 
PENABER - KOÇBER
 
Têkildarî binpêkirinên li dijî penaber-koçberan jî ev daneye hatin parvekirin; li gorî Navenda Dokumantasyona TÎHV’ê,  di 11 mehên 2024’an di encama êrişên cihêkar, nîjadperest û nefretê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe j dest dan, ji 1’ê Çileya 2024’an heta 1’ê Îlona 2024’an li dijî penaber û koçberan herî kêm 9 sepanên cihêkar, nîjadperest û nefretê ketine meriyetê.