Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin

  • rojane
  • 16:33 10 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Malbatên girtiyan û akademîsyenên aştiyê jî di nav de gelek kes li pêşiya Meclisê hatin gel hev û daxwaza edaletê kirin. 

Koma Xebatê ya Ked û Edaletê, malbatên girtiyan, malbatên xizmên xwe di Komkujiya 10’ê Cotmehê de winda kirin, parastvanên mafên mirovan, KHK’î û Akademîsyenên Aştiyê jî di nav de gelek kes li pêşiya Meclisê hatin gel hev û li ber Deriyê Çankayayê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “Dawî li darizandinên siyasî bînin”, “Em ê 10’ê Cotmehê ji bîr nekin” û “Dê KHK biçin em ê bimînin” hatin hilgirtin. 
 
‘EM MEHKÛMÎ BÊKARÎ Û BIRÇÎTIYÊ KIRIN’ 
 
Di çalakiyê de ji ewil Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgun axivî û got ku ji sala 2016’an ve gelek akademîsyen mehkûmî birçîtî û bêkariyê hatine kirin. Yasemîn Ozgun, diyar kir ku ji wê demê ve li dijî neheqiyê têdikoşin û heta mafên xwe bi dest dixin jî têkoşîna xwe bidomînin. 
 
‘DADGEHÊN 12’Ê ÎLONÊ BÊHTIR ADILANE BÛN’
 
Piştre jî li ser navê Platforma KHK’iyan Emîn Korkmaz axivî û ji bo çareseriya pirsgirêkan Meclis weke navnîşan nîşan da. Korkmaz, da zanîn ku li dijî wan hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye û got: “Min 12’ê Îlonê jî jiya lê dadgehê wê demê ji yên niha bêhtir adilane bûn.” 
 
XIZMA GIRTIYAN: GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN 
 
Li ser navê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî Gulazer Akin axivî û ev tişt anî ziman: “Xwişka min 28 sal in girtî ye. Girtiyên nexweş berdin.” Refîka Akin jî wiha got: “Li me xistin, zarokên me sirgun klirin lê em dîsa jî aştiyê dixwazin. Ma li benda mirina wan in. Êdî bes e. Em jî mirovin.” Piştî axaftinê, dirûşma “Girtiyên nexweş berdin” hate berzkirin.