Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin

  • rojane
  • 23:12 10 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê gundê Ceida Mezin ê Kobanê bombebaran kir. Di bobebaranê de 1 jê zarok, 2 kes hatin qetilkirin û 2 zarok jî birîndar bûn.

Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê danê êvarî gundê Ceida Mezin a başûrê rojavayê Kobanê bombebaran kirin. Di bombebaranê de Mehmûd Şêx Elî (12) û Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25) hatin qetilkirin û zarokên bi navê Omer Mehmûd Şêx Elî (10) û Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8) jî birîndar bûn.